Puan Verin:
Edebiyat Avesta Yayınları

Jiyana Xwedayi

0 Takip
0 Beğeni
0 Okuma
183 İzlenme


Romana Amélie Nothomb *Metafizîka Lûleyan* ku bi gelek zimanan derketibû, vêga jî bi kurdî ye: Romana ku bi navê *Jiyana Xwedayî* di nav weşanên Avesta de çap bûye, ji aliyê Mazhar Gunbat ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.

Ji romanê
Çavên Xwedê hertimî vekirî bûn û zoq li ciyekî dinêrîn. Eger ew girtî jî bûna, vê rewşê wê ti tişt neguhertiba. Ti tiştê dîtinê tune bû û Xwedê li ti tiştî nedinêrî. Ew tije û tîr bû, mîna hêkeke ku wî gloverî û bêlivbûna xwe jê wergirtibû.
Xwedê jixwetêrbûneke mutleq bû. Wî ti tişt nedixwest, ti tişt nedipa, ti tişt wernedigirt, ti tişt red nedikir û bi ti tiştî re elaqedar nedibû. Jiyana wî ewçend têrtije bû ku ew êdî ne jiyan bû. Xwedê nedijiya, Xwedê hebû...
...Zarê xwedê tune bû û ji ber vê yekê ramana wî jî (tunebû). Ew têrî û ezelî-ebedî bû. Û vê yekê giş di radeya herî bilind de îspat dikir ku Xwedê, Xwedê bû. Û ti girîngiya vê îspata berbiçav tunebû, lewre Xwedê di nav helwesteke sermest de bû û ne xema wî bû ku ew Xwedê bû.













Kitap Künyesi & Özellikler

Tür Edebiyat
Yayınevi Avesta Yayınları
ISBN 9786055279882
Sayfa Sayısı 128 Sayfa
Basım Tarihi 2014
Kapak Türü Ciltsiz
Kağıt Tipi 2. Hamur
✨

Bu Kitap Okurlara Ne Hissettirdi?

Okurların bıraktığı emoji ve duygu değerlendirmeleri

🤔
Henüz bir hissiyat seçimi yapılmamış

Bu kitabı okuduysan sana ne hissettirdiğini ilk sen paylaşarak diğer okurlara ilham ver!

Jiyana Xwedayi

Bu kitap hakkındaki düşüncelerini okurlarla paylaş