Puan Verin:

Hobbit

0 Takip
0 Beğeni
0 Okuma
798 İzlenme
Hobbit, pêş-pirtûka sêbareya Mîrê Gustîlan a J.R.R. Tolkien, cîhaneke dersirûştî û tijî nepenî bi hêmanên fantastîk pêşkêş dike. Gandalfê sêrbaz, Elf, Goblin, Ork, Cûce, afirîdeyên şiklguhêz ên nîvmirov û nîvhirç (Beorn), Gollumê lenetîyê gustîlê û bengîyê hêzê, dêw, teyr, balinde û gur, xezalên ku difirin û dawîya dawî jî Ejdehar Smaug tev di serpêhatîya Bilbo Baggins de derdikevin pêşberî me. Bilbo Baggins li gel Thorîn û hevalbendên wî yên cûce ji deşt û çîyan diqulibin, di dergeh û şikeftan re derbas dibin û rastî ceribandinên dijwar tên.Hobbitê pincilîsk, hûrik û bêhêz û heta tirsonek çawa diguhere, dibe leheng û xirabîyê bi safîya dilê xwe û bi bextê xwe yê çê û dilê xwe yê saf dehf dide? Serpêhatîya Bilbo bersiva vê pirsê ye. Li destpêkê Hobbit biçûk e û dinya jî mezin e, lê her ku serpêhatî didome Hobbitê me, Bilbo Baggins, mezintir û dinya jî biçûktir dibe.

Hobbit Diğer Baskıları

Farklı yayınevleri ve yıllardaki tüm baskılar

Hobbit
Hobbit
J. R. R. Tolkien
İthaki Yayınları 2024 368 s.
Hobbit
Hobbit
J. R. R. Tolkien
Cervantes 2023 312 s.
Hobbit
Hobbit
J. R. R. Tolkien
İthaki Yayınları 2017